Fermandarekî Heşda Şebî yê bi navê Kerîm Nûrî, piştî operasyona gihîştina ser sînorê Sûriyê, wan dest bi kolandina xendekan li dorûbera Şingalê kiriye.
Kerîm Nûrî diyar kir, “Ew xendek bi ti awayî ne li dijî hêzên Pêşmerge ne, lê li dijî milîtanên DAIŞê ne ku ji bo rêgirtina otomobîlên bombekirî û êrîşên DAIŞê ye.”
Fermandarê Heşda Şebî herwiha da xuyakirin ku Hêza Pêşmerge ji bo Heşda Şebî pişt e û bi heman şêweyî jî Heşda Şebî ji hêzên Pêşmerge re pişt e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)