IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandarê Heşdî Şebî yê tirkmen İrfan Absulselam Muhamed:”Amerîka ne ji bo xêra gelê Iraqê, ji bo berjewendiyên xwe DAIŞê bombebaran dike.”

Fermandarê Heşdî Şebî yê tirkmen İrfan Absulselam Muhamed ji ajansa Spûtnîkê re ragihand ku emê kêfxweş bibin Rûsya bi hikûmeta Iraqê re li hev bike û em tev de tekoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê bikin. Herewiha Amerîka ne ji bo xêra gelê Iraqê, ji bo berjewendiyên xwe DAIŞê bombebaran dike.

İrfan Abdulselam Muhamed di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: “Ez Cîgirê Fermandarê Hêzên Tirkmen ê Heşdî Şebî me. Di nava rêxistinê de tirkmen pir û bi hêz in. Li Kerkûk û Tuzxurmatuyê derdora 2 hezar û 500 milîsên me hene. Me li herêma Kerkûkê jî tekoşîneke bi hêz li hemberî DAIŞê da. Em ji bo heq û însanên mezlum şer dikin. Di nava Heşdî Şebî de sunî, kurd, xrîstiyan gelek beş hene. Temaşe bikin herêma Felluce, Rûmadî û Tikrîtê sunî ne, lê me li wir jî şer kir û kuştî dan. Ne raste ku dibêjin Heşdî Şebî îşkence û mûameleyên tund li suniyan dike.”

Muhamed li hemberî pirsa ku Tirkiye ji bo tirkmenan dixwaze mûdaxeleya Iraqê bike bersivand û got: “Tirkiye tucarî xwedîtî li tirkmenên Iraqê nekiriye. Dema ku DAIŞê êrişî Telafer û cihên din ên tirkmenan kir li kur bû. Tirkmen rastî qetlîamên DAIŞê hatin, mal, can û bajarê wan hatin dagirkirin. Wê demê Tirkiye ew ne parastin niha dixwaze wan biparêze, ev derew e. Tirkiye li pey polîtîkayên şaş e. Bêyî biryara hikûmeta Iraqê nabe ku tu hêz li Iraqê hebe.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu