IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandarê Heşdî Şeibî: Balafirên hevpeyman piştgiriyê nadin me

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Artêşa Iraqê hatine bidestxistin, opersyona rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê bi awayekî gelekî baş bi pêş ve diçe. Artêşa Iraqê meha Berfanbarê rojhilatê Mûsilê ji DAIŞê rizgar kiribû û niha hewl dide rojavayê Mûsilê jî rizgar bike.

Hêzên Hevpeymanê bi xurtî piştgiriyê didê û DAIŞ bi navgînên bombebarkirî û mayinan di ber xwe de dide.

Herwiha Hêzên Zêrîn ên girêdayî Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şeibî yên bi awayekî fermî bi Artêşa Iraqê ve hatine girêdan li eniyên pêşî şer dikin. Ji ber DAIŞ sivîlan wek mertala zindî bi kat îne, Operasyon bi awayekî hesas bi rê ve diçe daku sivîlan rizgar bike. Di pevçûnên îro de jî Artêşa Iraqê avahiyên Qesra Serokkomariyê û Vebiştgeha Hikûmetê rizgar kirine.

Fermandarê Heşdî Şeibî Elî Ebû Tahir bi Sputnikê re derbarê rewşê de axivî.

Tahirî diyar kir ku di operasyona Mûsilê de bi pêş ve diçin û wiha got: Hêzên Iraqê û hêzên Heşda Şeibî hewl didin aliyê rastê(rojavayê)Mûsilê ji DAIŞê rizgar bikin. Em hevahengî tevdigerin. Me du taxên li dora balafirgehê stendin. Bi giştî me 4 tax stenine. Me taxên Saha Teyran û Partmantarê stendin. Em ê taxên din jî bistînin. Piştî rizgarkirina rojavayê Mûsilê, em ê ji bo rizgarkirina Tileferê jî bidin destpêkirin. Rojavayê Mûsilê gelekî mezin e. 50 tax li rojavayê Mûsilê hene. Ew dever gelekî zehmet e ji ber taxên wê kevin in û kolanên wê teng in. Sivîl koçber dibin. Hinek sivîl jî li cihên xwe dimînin. Alîkarî ji bo sivîlan tê kirin lê gelekî kêm e. DAIŞ di pevçûnan de wendahiyên mezin dide. Herwiha gelek milîtanên DAIŞê desteserkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu