ÎranNûçeRojhilatanavin

Fermandarê hêza deryayî ya artêşa Îranê li Malêzîyê ye

Emîr deryavan Hebîbulah Seyarî fermandeyê hêza deryayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê îro li gorî teylîfa hevtûşê xwe yê malêzîyayî giheşte Kovalalampûra paytexta vî welatî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, biryar e ku emîr deryavan (Admîral) Seyarî here grava Lenkavî ya Malêzîyê ta ku seredana 17`emîn nîşangeha navnetewî ya dusalane ya hewayî û deryayî ya Malêzîyê bike û li civînên rex wê da pişkdar be.

Biryar e ku deryavan Seyarî li rex vê nîşangehê û civînên wê, bi fermandarên pilebilind ên leşkerî yên Malêzîyê û çend welatên din ra gotûbêjê bike.

Ev nîşangeha yê ji 21`ê Adarê heta 25`ê Adarê li grava Lenkavîyê bê lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu