EfrîqaEwropaNûçe

Jetên Amerîkayê li ser okyanûsê li hevdu qelibîn

Du jetên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li ser okyanûsê li hevdu qelibîn.

Di daxuyaniya Parleşkera Piyade ya Deryayî ya Amerîka de hat dest nîşan kirin ku bûyer li eylata Kalîforniyayê li nêzîkî bajarê San Diego qewimiye û du jetên F-18 di bûyerê de li hevdu qelibîne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku qeza bi saeta herêmê di saet 11.45a de qewimiye û sedema qezayê tê lêkolîn kirin.

Hat diyar kirin ku yek ji wan pîlotên di jetên qeza derbaskirî de di ewlehiyê de ye, ji bo dîtina yê din jî xebat hatine destpê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu