Mafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Şermezarkirina êrişa kîmyayî ya DAIŞ`ê li Kerkûka Iraqê

Serokê parlimana Iraqê êrişa kîmyayî ya DAIŞ`ê ser Kerkûkê li bakurê vî welatî şermezar kir .

Li gorî rapora Mêhr News`ê û ji zarê Someriye News`ê, serokê parlimana Iraqê, Selîm Cibûrî îro şemiyê êrişa kîmyayî ya DAIŞ`ê ser navça Taze li parzêgeah Kerkûkê weke karesatekê da zanîn û got : Terorîstên DAIŞ`ê bi êrişa ser xelkê sivîl, bi tirsonekî opersyonek cih anîn.

Serokê parlimana Iraqê ji civaka cîhanî xwest ku hewl bidin nehêlin çekên kîmyayî bighêjin destê terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê.

Cibûrî her wiha daxwaza lezgînkirina pêvajoya azadkirina parzêgehên Selahedîn, Enbar û Kerkûkê kir .

Terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê di çend rojên buhurî da, du caran bi gazên jardar êriş kirin ser navça Taze li Kerkûkê. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu