Fermandarê iraqî Hakîm Abbas ku beşdarî operasyona rizgar kirina Mûsilê ji DAIŞê bû ye eşkere kir ku DAIŞ bi êrişê xwe yên li başûrê Bexdayê dixwaze têkçûyîna xwe ya li Mûsilê bide jibîr kirin.
Abbas axivî û destnîşan kir ku endamên DAIŞê têkçûna xwe ya li Mûsilê bi de jibîr kirin serî li rêbazên din dide û got: “Xebatên tevdîrên bo êrişan ên hêzên ewlekariyê dewam dikin.”
Ji aliyê din ve Abbas diyar kir ku rizgar kirina herêmên stratejik ji aliyê polês û Artêşa Iraqê ve ji mîlîtanan dewam dike.
Fermandarê iraqî wiha pê de çû: “Bombardûma çeperên mîlîtanan ji aliyê pergala moşekên piravêj û balafirên şer ve dewam dike. 23 wesayîtên bombebarkirî hatin îmxakirin. Herwiha gelek endamên DAIŞê herêma ku mizgefta Ebubekir Bexdadî piştî kontrolkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve hatibû kirin, axaftin kiribû hatiye dorpêçkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)