IraqNûçeRojhilatanavin

Li opêrasiyona azadkirina Felûcê ji bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê 27 gund hatine azadkirin

Fermandarê polîsê federal ê Iraqê, Raêd Şakir Cewdetî got: Li opêrasiyona azadkirina Felûcê ji bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê 27 gund hatine azadkirin.

Hêzên iraqî li dewama pêşketinên xwe ji bo azadkirina bajarê Felûcê, bajarê Seqlaviyê jî bi tamî azad kirin.

Hêzên taybet ên artêşa Iraqê li rojnê vê dawiyê êrîşa dawîn li ser bajarê felûcê dest pê kirin ûp li pevçûnên kolan bi kolan ligel DAIŞ`iyan bi dehan kes ji wan kuştine.

Operasiyona mezin a azadkirina Felûceyê ji bi kontrola çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ku ji destpêkaheftiya buhurî va li ser fermana serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên Iraqê, Heyder Ebdî, va dest pê bû niha derbasî qonaxa xwe ya sêyem bûye.

Li vê operasiyonê hêzên artêş û polîsê fêdêral ê Iraqê, hêzên gelanî nasyar bi Heşda Şeibî û eşîr beşdar in.

Li vê çarçovê artêş û hêzên gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşda Şeibî roja duşemiyê, 30`ê Gulana 2016`an, ji bo pêkanîna qonaxa sêyem a opêrasiyona azadkirina Felûcê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê ji sê aliyan va derbasî nav bajêr bûn.

Cîgirê fermandarê opêrasiyona azadkirina bajarê Felûceya Iraqê, serleşkerî Hadî Rezîc got: Piştî kemilandina du qonaxên opêrasiyonê, bi pêşdaçûna hêzên çekdar li Felûcê, emê polîsê fêdêral, hêzên lezbertek, artêşa Irqê û hêzên seferberiya gelanî jî li qonaxa sêyem a azadkirina Felûcê bi kar bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu