IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandarê Iraqî: Saziyên îstixbaratê li du serokê DAIŞê ne

Berdevkê Hêzên Hevbeş ên Mûsilê Emîd Yehya Resûl wiha axivî: “Ebubekir Bexdadî ji aliyê saziyên îstixbaratê tê şopandin. Dema ku em ji zanyariyan piştrast bibin, bêyî ku dereng bimînin emê wî bikin armanc.”

Resûl got, ‘Serokê DAIŞê eger gotibe em şikestine ew ji xwe encama ku bidest hatiye ye û rêxistin li Iraqê şikestiye, ber bi têkçûnê ve diçe.’

Li gor fermandarê Iraqî hêzên Iraqê plana paşerojê heye û piştî Mûsilê jî ewê opersayonê li navçeya Hewîce li ser DAIŞê bidin destpêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu