IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandarê Pêşmerge: Başîk bi temamî hat kontrol kirin

Fermandarê Pêşmerge yê Berpirsê Eniya Başîkê mizgînîya serkeftinê ragihand.

Piştî ku îro Hêzên Pêşmerge gihîştin navenda bajarokê Başîkê fermandarekî pêşmerge ragihand, bajar bi temamî hatiye kontrolkirin. Fermandarê Pêşmerge yê berpirsê eniya Başîkê Hemîd Efendî mizgîniya serkeftinê da û got, ‘Hêzên Pêşmerge gihîştine navenda bajêrê Başîkê’. Berpirsê Pêşmerge ji Bas Newsê re ragihand, ‘Di êrîşa hêzên Pêşmerge ya îro de (07.11.2016) me karîye serkeftineke temamî bi dest xwe bixin û bajarê Başîkê bi temamî kontrol bikin û hejmarek zêde çekdarên DAIŞê jî bikujin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu