IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandarê Polîsên Federasyona Iraqê Şakir el- Havacî da zanin ji bo ku sivîlan bi şeklekî ewle ji Mûsilê derxin wan koridarên ewle vekirine

Lê belê kesên ku dixwazin li Mûsilê birevîn ji aliye DAIŞê ve ji paş ve tên gulebarandin. El Havaci, Fermandarê Tumena 5an a Alayê 18ê ku di xetê enîyê ya Polîsên Federasyona Iraqê de ye ji Sputnikê re got:” Korîdorên me yên ewle hene û xelkê sivîl ên vê deverê jî bi vê yekê dizanin. Em roj û şev hewl didin û dixebitin, bi şeklekî ewle xelkê ji Mûsulê derdixin.

Lê belê DAIŞ nahêle ku xelkên deverê ji taxên ku di bin kontrola wan de ne derkeve. DAIŞ xelkên ku direvin ji pişt ve gulebaran dike. Fermandar el- Havaci da zanîn bajarê Mûsilê ji sedî 30 di bin kontrola DAIŞê de yê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu