IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandarê rêxistina terorîst a DAIŞê yê Hewîceyê Ebû Ehmed Ezîm ji terefê hêzên Iraqê ve hat kuştin

Li gorî daxuyaniya Fermandarê Operasyonên Nînovayê Necim Cibûrî fermandarê leşkerî yê DAIŞê li Hewîceyê Ebû Ehmed Ezîm ji aliyê hêzên Iraqê ve li gundê Geniûs Elî yê li sînorê navbera parêzgeha Nînova û Selahedînê hat kuştin.

Terorîstên DAIŞî ev demeke êrişên xwe yên bi ser hêzên ewlehiyê yên li sînorê parêzgeha Nînova û Selahedînê zêde kiriye. Roja 5ê vê mehê, milîtanên DAIŞê ji çemê Dîcleyê derbas bûn û li başûrê Mûsilê gundê Îmam Xerbî kontrol kirin û heta niha jî ew gund di destê DAIŞê de ye. Hêzên Iraqê jî çend car hewl dan ku wî gundî ji destê DAIŞê rizgar bikin û roja sêşemê ji bo kontrolkirina gund dest bi êrişeke mezin kir.

Ehmed Cibûrî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku bi piştgiriya hêzên esmanî yên hevpeymaniya dijî DAIŞê dest bi operasyona rizgarkirina gundê Îmam Xerbî kirine. Niha hêzên ewlehiyê hatûçûna otomobîlan bo gundên Cede’e, Hacî Elî û deverên li derdora gundê Îmam Xerbî qedexe kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu