IraqNûçeRojhilatanavin

Nazim Debax: Barzanî bi Berhem Salih ra hevkariyê dike

Nûnerê Herêma Kurdistana Iraqê li Têhranê dijayetiyên Mesûd Barzanî rêberê Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê digel serokomartiya Berhem Salih cûreka kêşeya asayî li cîhana siyasetê da zanîn û got: Evna dê hevkarî bikin.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Berêvariya Sêşemiya heftiya pêş, 219 parlemenetrên parlimana Iraqê bi dengê xwe yê Erê Berhem Salih berendamê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) wek serokomarê vî welatî hilbijartin. Fuad Hisên berendamê Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê hevrokê sereke yê Berhem Salih li vê hilbijartinê bû. Ev yekem car e ku du partiyên mezin ên kurd bi awayê cuda cuda berendamên xwe ji bo posta serokoamrtiya Iraqê dane nasandin. Bi mebesta hilkolandina bandorên hilbijartina Berhem Salih li ser nijyar û pêkhateya siyasî ya Irqê û asoya guhertinên Herêma Kurdistana Iraqê, me gotûbêjek bi nûnerê vê herêmê li Têhranê pêk anî ku bi vî rengî tê pêşkêşkirin:

Nûnerê Herêma Kurdistana Iraqê li Têhranê, Nazim Debax têkildarî hilbijartina Berhem Salih wek serokomarê nû yê Iraqê û bandora wê li ser nijyara siyasî ya vî welatî bi taybet li Herêma Kurdistana Iraqê got: Piştî lidarxistina giştpirsîna serxwebûnê ku sala bihurî li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin û çend sal jî ji serokoamrtiya Fuad Mesûm derbas dibin, hewcetî bi hin guhertinan hebû. Di rewşeka visa da Berhem Salih wek serokomarê nû yê Iraqê di atmosfêreka dêmokratîk da hat hilbijartin. Berhem salih ji hêla nêrîna siyasî riya rehmetî Celal Talebanî, serokomarê berê yê Iraqê dişopîne. Berhem li çarçova vê nêrînê diakre roleka erênî li pêkanîna yekîtî, ewlehî û rihetiya gel hebe û danûstandinên Iraqê bi welatên cînar ra berfireh bike. Xûya ye ku vê mijara girîng hewcetî bi hevkariya çendalî ya kom û tevegrên siyasî yên welêt heye. Li gorî ku ez Berhem Salih nas dikim, ew dikare van armancan bi dest bixe.

Wî her wiha got: Mesûd Barzanî bi awayekî ye ku dema berjewendiyên kurdî hewcetî bi hilêxistina helwêsteka nû hebe, sedî 100 dê vî karî bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkên kurdan dê dest bi destê Berhem salih. Li vir pêwîst e ez bêjim ku Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî an her komeka din heta dema ku rêzê li qanûna bingehîn a Iraqê bigirin û li çarçova vê qanûnê berendamê yek ji partiyan tê hilbijartin, divê bi hev ra hevkariyê bikin.

Başa dön tuşu