NûçeFilistînRojhilatanavin

Fermandarê Tabûra Tubasê Ehmed Daraghme şehîd ket

Îro Sêşemê danê sibê di encama şer û pevçûnên ku li kampa El-Fera û bajarê Tûbasê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî qewimî, 3 xort bi guleyên artêşa Îsraîlê hatin kuştin.

Çavkaniyên Heyva Sor ragihandin ku fermandarê Ketîbeya Tûbasê ya girêdayî Lîwayên Quds, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî Ehmed Dereghme, Usame Cebr El-Zelat û Mihemed Semîh Beyadsa jî şehîd bûne. 3 kesên din jî li kampa El-Faraa ji ber guleyên dagirkeriyê hatin birîndarkirin.

Başa dön tuşu