IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgirîya Ebadî ser vegerîna awareyên iraqî ser cih û malên xwe beriya hilbijartinan

Serokwezîrê Iraqê li gotûbêja bi alîkarê sekreterê giştî yê NY li karûbarên siyasî ser pêkanîna rewşê ji bo vegeryana bi sedan hezar awareyan bo navçên xwe li Iraqê teqez kir.

 Li gorî rapora îro ya Fars Newsê, û ji zarê malpera El-Erebiyê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê di dema pêşewaziya  ji Mîroslav Cênka alîkarê sekreterê giştî yê NY li karûbarên siyasî li Bexdayê de got: Dewleta wî li warê pêkanîna  rewş ji bo vegeryana  awareyan bo navçên  xwe beriya lidarxistina hilbiajrtinan berpirsiyar e.

Ebadî li vê hevdîtinê cardinê ser lidarxistina  hilbiajrtinan di dema kivşkirî sekinî û got: Dewleta federala  Iraqê ser lidarxistina  hilbiajrtinên  parlemanî di dema qirarkirî de disekine.

Mîroslav Cênka alîkarê sekreterê giştî yê NY li karûbarên siyasî jî got: Civaka  navneteweyî piştgiriyê dide Iraqê û ji bo avdankirina  vî welatî û damezrandina  aramî û ewlehiya li wê dê bi dewleta vî welatî re  hewahengiyên  hevpar hebe.

Biryar e  hilbiajrtinên  Iraqê 12 Gulana 2018`an were lidarxistin.

Başa dön tuşu