LubnanNûçeRojhilatanavin

Sed Herîrî ji serokwezîrtiya Libnanê wêde çû

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku Sed El Herîrî, serokwezîrê Libnanê, ji posta xwe wêde çûye û îstîfa kiriye.

Kanala televîzyonî ya libnanî ya El Minarê ragihand: Sed El Herîrî, serokwezîrê Libnanê, îstîfaya xwe roja şemiyê û dema ku li Erebistana Siûdî bû ragihand.

Medyayên Siûdî ji zarê Sed El Herîrî, îdia kirin: Rewşa niha ya Libnanê pirr dişibe dema terora Refîq El herîrî, serokwezîrê wê demê yê Libnanê di sala 2005`an de.

Sed Herîrî, ku seredana Erebistanê kiriye, got: Min hest kir ku dil hene min teror bikin û jiber wê min îstîfa da.

Îstîfaya ji nişkêveyî ya Sed Herîrî, ji posta serokwezîrtiya Libnanê dema sefera wî ya bo Erebistana Siûdî, li halekê raber bû ku di van rojên dawiyê de hin çavkanî gotibûn siûdî zext dane ser Herîrî ku ji posta xwe wêde here û heta gef lê xwerine ku wê wî teror bikin.

Medyayên siûdî jî di van rojên dawiyê de pirr zext dane ser Herîrî û heta pêşniyar dane wî ku çalakiyên dewleta Libnanê jî rawestîne.

Sed Herîrî, ji Mijdara sala 2016`an ve bo cara duyemîn di encama hevkariya komên curbicur ên libnanî de, wekî serokwezîrê Libannê hate bijartin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

 

Başa dön tuşu