IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandarekî Iraqî:Di heyama çend rojan de Mûsil bi temamî tê rizgarkirin

Fermandarê Hêzên Iraqê ragehan ku, temamiya rizgarkirina bajarê Mûsilê dê di çend rojan bê de ji destê DAIŞê bi dawî were.

Fermandarê Hêzên Iraqê ferîq ewel rûkin Osman El- Xanimî ji ajansa BBC re ragehand ku, ew bi hêvîne ku, berî destpêka meha Remezanê wate di 26ê vê mehê de bajarê Mûsilê bi temamî ji destê çekdarên DAIŞê were rizgarkirin.

El-Xanimî da zanîn ku, Hêzên Asayîşa Iraqê di pêşveçûnên xwe de berdewame, herwiha kêmî hezar çekdarên DAIŞê li bajarê Mûsilê mane û ew jî dorpêçkirîne, di heman demê de 45 hezar welatiyên sivîl jî dorpêçkirîne û DAIŞê wan weke mertalên mirovî bikartîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu