EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Fermandarekî Talîbanê li Afganistanê hat kuştin

Hat ragihandin ku di operasyona hêzên ewlehî yên bajarê Gazne ya Afganistanê de fermandarekî paye bilind ê rêxistina Talîbanê hat kuştin.

Midûrê Ewlehî yê Gazneyê General Amînullah Amarkhil di daxuyaniya xwe ragihand ku hêzên ewlehî li navçeya Ab Band a bajarê Gazneyê li hemberî rêxistina Talîbanê operasyoneke berfireh pêk anîn.

Di operasyona leşkerî de fermandarê paye bilind ê rêxistinê Molla Fîruz Cihadî hat kuştin. Amînullah Amarrkhil di berdewamiya axaftina xwe de ragihand k udi operasyonê de ji xeyrî fermandar 14 milîtanên din jî hatin kuştin û gelek amûrên leşkerî, çek û cebilxane hatin bidestxistin. Heta niha ji Talîbanê derheqê kuştina fermandarên wan tu daxuyaniyek nehatiye dayîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu