EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Baylozê Firansayê li Têhranê ragihand ku pêwîste hemû xalên rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 bê îcrakirin

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Firanswa Simêno baylozê Firansayê li Têhranê îro sibê bi munasibeta salvegera dudyan a îmzabûna rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 li tora xwe ya civakî ya Twitter`ê ragihand: Firansa yek ji van welatan e ku ev rêketina îmza kiriye û dewleta nû ya Firansayê jî rêzûhurmeta vê rêketinê radigire.

Firanswa Simêno destnîşan kir: Parîs şirîkekî baş bo Têhranê li bara danûistandinên abûrî ye.

14 Tîrmeha sala 2015 rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 hate îmzakirin.

Paşê ew rêketina li 20 Tîrmeha sala 2015 li çarçîva biryarnameya 2231 a Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî hate pejirandin ta ku wekî rêketinekî cîhanî bê naskirin.

Rêketina navokî li 16 Tîrmeha sala 2016 îcra bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu