Fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî diyar kir ku bêminetî (nehewcedarî) û aboriya berxwedanê ji hegerên sereke yên serketin û geşatiya Îranê ne
Serdar serleşkir Muhemedelî Ceferî, fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê roja duşemiyê li mersima destpêka sûdwergirtina ji trena Meşhedê( li bakurê rojhilata Îran) got : Baweriya li nizamê, berpirsiyariya inqilabî, baweriya bi inqilabê û hewldana jibo nîşandayîna kêrhatîbûna nizama Îslamî ji hokarên din ên geşatiya Îranê ne.
Serdar serleşkir Ceferî got : Gelê Îranê tim bi beşdariya li warên curbicur ên mîna hilbijartinê, roleke giring li geşatiya Komara Îslamî ya Îranê hebûye.
Serdar serleşkir Muhemedelî Ceferî, fermandê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Hevdengî, rawêjkarî û hevdiliya navbera saziyên kargêr ji hokarên din ên serketina cihanîna plan û projan li Îranê ne.
Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, siyasetên aboriya berxwedanê bi armanca geşedana aborî û qahîmbûna aboriya Îranê li hember mudaxilên biyanî ji dewletê re ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)