Fermandê hêza deryayî ya artêşa Îranê ser behrewergirtina ji qaweta deryayî sekinî

Fermandê hêza deryayî ya artêşa Îranê ser pêwîstiya behrewergirtina ji qaweta deryayî sekinî û got: Hêza deryayî hema hêza gelekî li bidestxistina berjewendiyên xwe ji deryyan û oqyanûsan û warên siyasî, aborî û eskerî ye.
Emîr deryadar Huseyn Xanzadî fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, îro li çaremîn civîna kendava Farsê bi nihêrîna berfirehkirina peravên Mekranê, pisrgirêk û rêçareyan li Têhranê diayr kir: Welatên ku hêza wan a deryayî heye, hewl didin ku ji berjewendiyên deryayê bi awayekî herî baş û kêrhatî îstiadê bikin û vê puen û înhisarê biparêzin.
Emîr deryadar Huseyn Xanzadî fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser giringiya deryayê li berfirehkirina welatan û destnîşan kir: Sedî 70 ê topa erdê av e û sedî 80 ê xelkê cîahanê li kêleka behran an di 200 km ya wê jiyan dikin.
Deryadar Xanzadî bal kişand ser vê yekê ku rêçareya berfirehkirina peravên Mekranê, nûjenkirina medeniyeta deryayî ye û got: Ger netewek bixweze ku bibe medeniyeta deryayî divê derya riya herî giring a wê ji bo peywendiya bi cîhanê re be.