ÎranNûçeRojhilatanavin

Fermandê hêza hewayî ya artêşa Îranê: Hêza mûşekî ya Îranê hêla sor a Nizama Îranê ye

Fermandê hêza hewayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Hêzên berevaniyê yên Îranê ji bo damezrandina ewlehiyê li navça giring a kendava Farsê bawerpêkirî ye.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB Newsê, emîr sertîp  balefirvan, Hesen  Şah Sefî li hevdîtina  bi  misteşarên  eskerî yên  welatên biyanî re li Têhranê got: Peyama  hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bo welatên cîhanê peyama  aşitî, hevaltî, hevkarî û geşatî û berfirehkirina  peywendiyan û têkiliyên  eskerî ye.

Fermadê hêza  hewayî ya artêşa Îranê her wiha bal kişand ser pêşbirka  çek û sîlehî li saya  şerê bi wekaletê li navça rojava  Asiyayê destnîşan kir: Şerên bi wekaletê li deheka  vê dawiyê bi şikla wê ya herî xirab yanê ji riya organzîekirin û piştgiriya ji komên  tekfîrî, terorîstî li dijî dewletên serbixwe derketien holê.

Emî Şah Sefî bal kişand ser ser vê yekê ku  Emerîkayê tev hin welatên navçê  dil heye zextê bîne ser Îranê û destnîşan kir: Armanca Emerîkayê û rojava ji şerxwaziyê û berfirehkirina  terorîzmê li navça rojava  Asiyayê, pêkanîna ewlhiyê ji bo rejîma sexte  ya siyonîstî û dabînkirina  berjewendiyên  kolonyalîstî yên  rojavayê bû lê ev komplo bi xercên 100 milyar dularî jî işkest xwarin.

Wî her wiha diyar kir: Işkesta komployên Emerîkayê li rojava Asiyayê mêhwera berxwedanê bihêztir kir û bandora  navçeyî ya wê wek aktorê sereke berfireh kiriye.

Fermandê hêza  hewayî ya artêşa Îranê her wiha  terorîzmê weke derdê hevpar ê mirovahiyê da zanîn û teqez kir: Terorîzm cîhanê bêewleh dike û rawestana li ber wê hewceyî bi viyana  cîhanî heye û bi hevalbendiyên drewe  nikarin  li hember ev gefa cîhanî rawestin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu