Fermandê hêza hewayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Hêzên berevaniyê yên Îranê ji bo damezrandina ewlehiyê li navça giring a kendava Farsê bawerpêkirî ye.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB Newsê, emîr sertîp balefirvan, Hesen Şah Sefî li hevdîtina bi misteşarên eskerî yên welatên biyanî re li Têhranê got: Peyama hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bo welatên cîhanê peyama aşitî, hevaltî, hevkarî û geşatî û berfirehkirina peywendiyan û têkiliyên eskerî ye.
Fermadê hêza hewayî ya artêşa Îranê her wiha bal kişand ser pêşbirka çek û sîlehî li saya şerê bi wekaletê li navça rojava Asiyayê destnîşan kir: Şerên bi wekaletê li deheka vê dawiyê bi şikla wê ya herî xirab yanê ji riya organzîekirin û piştgiriya ji komên tekfîrî, terorîstî li dijî dewletên serbixwe derketien holê.
Emî Şah Sefî bal kişand ser ser vê yekê ku Emerîkayê tev hin welatên navçê dil heye zextê bîne ser Îranê û destnîşan kir: Armanca Emerîkayê û rojava ji şerxwaziyê û berfirehkirina terorîzmê li navça rojava Asiyayê, pêkanîna ewlhiyê ji bo rejîma sexte ya siyonîstî û dabînkirina berjewendiyên kolonyalîstî yên rojavayê bû lê ev komplo bi xercên 100 milyar dularî jî işkest xwarin.
Wî her wiha diyar kir: Işkesta komployên Emerîkayê li rojava Asiyayê mêhwera berxwedanê bihêztir kir û bandora navçeyî ya wê wek aktorê sereke berfireh kiriye.
Fermandê hêza hewayî ya artêşa Îranê her wiha terorîzmê weke derdê hevpar ê mirovahiyê da zanîn û teqez kir: Terorîzm cîhanê bêewleh dike û rawestana li ber wê hewceyî bi viyana cîhanî heye û bi hevalbendiyên drewe nikarin li hember ev gefa cîhanî rawestin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)