ÎranNûçeRojhilatanavin

Fermandê Sipahê Pasdaran: A niha li navendên pêşeyî, yên hêza deryayî ya sipahê, gemiyên geştê û mûşekavêj berhem tên

Fermandê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî, li bara berhemanîna çekên li dijî leyzerê bona rawestana li ber çekên leyzerî yên Emerîkayê agahî da.

 Deryadar Elîriza Tengesîrî, fermandê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî, li gotûbêja bi Tesnîm Newsê re diyar kir ku pisporên Sipahê Pasdaran bona rawestana li ber çekên leyzerî û  balefirên bêfirokevan ên emerîkiyan plan û bername darêştine.

Deryadar Tengesîrî bal kişand ser hêza çêkirina cureyên gemiyan li hêza deryayî ya Sipahê û destnîşan kir: A niha li navendên pêşeyî, yên hêza deryayî ya sipahê, gemiyên  geştê û mûşekavêj  berhem tên.

Fermandê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên  Inqilaba Îslamî, her wiha destnîşan kir ku Sipahê Pasdarên Inqilaba  Îslamî li pêşerojeke  nêzîk, gemiya 65 mêtrî ku bi mûşek, ejder û hêza hilgirtina helîkopterê pergal bûye, dê berhem bîne.

Başa dön tuşu