NûçeRojhilatanavinSûriye

Fermandetiya Artêşa Sûriyê: Para zêde ya mûşekên êrişkeran hatine jordaxistin

Fermandetiya giştî ya Artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê, ragihand sîstimên dijî hewayî yên vî welatî li hember mûşekên êrişkerên ser Sûriyê sekinîne û para zêde ya wan rûxandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, fermandetiya giştî ya Artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê, îro şemiyê bi weşandina daxuyaniyekê herwiha got: Amerîka, Brîtanya û Fransa, saet 3:55 xulekan a îro bi nêzî 110 mûşekan, Şamê û derveyî wê dan ber mûşekan û sîstimên dijî hewayî yên Sûriyê bi şiyaneka pirr baş li hember vê êrişê sekinîn û para zêde ya mûşekan jorda xistin.

Li vê daxuyaniyê hatiye ragihandin: Hinek ji van mûşekan li avahiyên Navenda Lêkolînên Zanistî li navça Barzeh (Berze) ya Şamê ku navendên perwerdehî û cerbîngehên zanistî digire ber xwe, ket ku xisarên pereyî bi cî hêşt. Mûşekên ku ber bi bargeheka leşkerî ya li nêzîkî Humsê ketin jî ji rêya xwe derketin û di encama teqîna yek ji wan de, sê kesên sivîl birîndar bûn.

Fermandetiya artêşa Sûriyê, li vê daxuyaniyê li ser dewama berevaniya ji welêt û parastina welatiyan pêgîrî kir û ragihand: Êriş û destdirêjiyên bi vî awayî nikarin pêşiya hêzên çekdar bona berdewamkiirna serkutkirina komên terorîst li gişt axa Sûriyê bigire û kiryarên bi vî rengî tenê vîna Sûriyê ya berevaniya ji hakimiyeta neteweyî, mezinahî û ewlehiya welêt û welatiyan zêde dike.

Başa dön tuşu