CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Fermandeyê Sipaha Pasdaran: Hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê ji bo sekinîna li hemberî dijminên Nizama Islamî tam amade ne

Cîgirê fermandeyê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê got: Cîhan di halê yekbûna li dijî Amerîkayê da ye û hîç welatek di warê dijberîya li hemberî Îranê de alî Amerîkayê nake.

General Hisên Selamî cîgirê fermandeyê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî îro li şarê Qumê li başûra Têhranê bi gotina vê yekê ku Îran mêhwera sereke ya alûgurên sîyasî yên herêm û cîhanê ye, dîyar kir: Amerîkayê hevgirtîyên xwe ji dest dane û  tenê maye.

Cîgirê fermandeyê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê herwiha got: Gelê Îranê bi berxwedanê dijmin pêrgî işkestê kirine û hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê ji bo sekinîna li hemberî dijminên Nizama Islamî tam amade ne.

General Selamî bal kişand ser têkilîya berfire ya Îranê bi welatên cîhanê re û got: Tirsa dijminan ji hêza Inqilab û Pergala Islamî, işkestên bidûhev ên wan nîşan dide.

Cîgirê fermandeyê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku Amerîka nikare ewlehîya Rêjîma Sîyonîst dabîn bike, pêgirî kir: Di seranserê cîhanê de, gel bi mînakwergirtina ji Inqilaba Islamî, li hemberî zorbêjan li ber xwe didin û Inqilaba Islamî bûye sedema pêşketina lezgîn a hêz û şîyana islamê li cîhanê.

Başa dön tuşu