IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandeyekî Hêza Antî-Terorê ya Iraqê: “Me heybeta çekdaran şikand; 22 taxên bajêr ketin bin kontrola me”

Şerê kontrolkirina Mûsilê berdewam e. Fermandeyekî Hêza Antî-Terorê ya Iraqê jî dibêje: “Pêşveçûnên Artêşa Iraqê li nav bajarê Mûsilê berdewam in û heta niha hêzên me 22 taxên bajêr kontrol kirine.”

Fermandeyekê Hêza Antî-Teror a Iraqê yê bi pileya lîwa  bi navê Mein Zeyd Îbrahîm di daxuyaniyekê de ragihand, pêşveçûnên Artêşa Iraqê û hêzên Antî-Terorê li hember çekdarên DAIŞê li nav Mûsilê berdewam in û DAIŞ rastî şikestinên mezin tê.

Lîwa, Mein Zeyd Îbrahîm got: “Îro duşemî 28ê Mijdara 2016ê, me her yek ji taxên Xezra, Kerkûklî, Erbeclî û Bekir bi tevahî kontrol kirin û bi kontrolkirina wan taxan jî, bi giştî me 22 tax li aliyê çep ê Mûsilê xistine bin kontrola xwe”.

Li gorî zanyariyên Artêşa Iraqê, DAIŞ li nav Mûsilê rastî şikestinên mezin hatiye, bi şêweyekê ku rojane pêgehên xwe li vî bajarê giring ê Iraqê ji dest dide. Fermandeyên Artêşa Iraqê jî dibêjin: “Me kariye heybeta DAIŞê li Mûsilê bişkînin û em berdewam in li ser şerkirin û pêşveçûnên xwe.”

Fermandeyê Hêza Antî-Teror a Iraqê, lîwa Mein Zeyd Îbrahîm di beşeke din a axavtina xwe de destnîşan kir: “Em berdewam ber bi pêşve diçin û em dixwazin ber bi taxên din ên Mûsilê ve biçin. Armanca me ev e ku em nêzîkî navenda bajarê Mûsilê bibin û DAIŞ jî ber bi taxên din direvin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu