IraqNûçeRojhilatanavin

Fermandeyekî hêzên taybet ên artêşa Iraqê ragihand ku rêbnerê DAIŞ`ê li bajarokê El Beacê li rojavaya Mûsilê xwe veşartiye

Fermandeyekî hêzên taybet ên artêşa Iraqê ragihand ku rêbnerê DAIŞ`ê li bajarokê El Beacê li rojavaya Mûsilê xwe veşartiye.

Fazil Bervarî fermandarekî hêzên taybet ên iraqî li hevpeyivîna digel malpera El Neqaşê destnîşan kir ku fermandetiya hêzên taybet karîn ku veşartîgeha Ebubekir El Bexdadî rêberê DAIŞ`ê peyda bikin.

Wî ragihand ku El Bexdadî dem bi dem li halê cîbicîbûnê ye û taxima hevrê digel xwe diguherîne.

Bervarî di dewamê da got ku çimku El Bexdadî deh salan berî viya va zindanî bûye, agahiyên zaf li bara wî did estê me da ne.

Wî got ku haya me ji veşartîgeha El Bexdadî heye û ew li bajarokê El Beiacê li rojavaya Mûsilê ye û pirraniya wextê xwe li wir derbas dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu