NûçeRojhilatanavinSûriye

Feysel Miqdad: Boykotên rojavayê sebeba sereke ya pirsgirêkên Sûriyê ne

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê boykotên yekalî yên Emerîka û welatên rojavayî û navçeyî li dijî Şamê sebeba sereke ya êş û elema gelê Sûriyê da zanîn.

 Li gorî rapora  roja yekşemiyê ya ISNA`yê, û ji zarê El-Neşrê, Feysel Miqdad, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Alozkirina  rewşa aborî û siyasî ya vî welatî, xizmeta li Îsraîlê û xwesteka dijminên Sûriyê ye.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê her wiha got: Tişta ku welatên rojavayî nikarîn li meydana  şêr  li Sûriyê bisepînin niha dixwezin ji riya  siyasî wê bisepînin û ev meseleya  dê tu carî neqewmin ji ber ku gelê  Sûriyê, azad, serbixwe û xwediyê hakimiyetê ne.

Feysel Miqdad her wiha destnîşan kir: Li rojên  pêşber, hin civîn  li bara rewşa aborî ya  Sûriyê were lidarxistin ku ji wan,  konferansa Brukselê ye ku  nîveka  Sibatê tê lidarxistin.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê ji NY xwest ku bila beşdarê konferansa Brukselê nebe ji ber ku armanca wê ya sereke sepandina  şert û mercên  siyasî ye.

Başa dön tuşu