Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê boykotên yekalî yên Emerîka û welatên rojavayî û navçeyî li dijî Şamê sebeba sereke ya êş û elema gelê Sûriyê da zanîn.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya ISNA`yê, û ji zarê El-Neşrê, Feysel Miqdad, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Alozkirina rewşa aborî û siyasî ya vî welatî, xizmeta li Îsraîlê û xwesteka dijminên Sûriyê ye.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê her wiha got: Tişta ku welatên rojavayî nikarîn li meydana şêr li Sûriyê bisepînin niha dixwezin ji riya siyasî wê bisepînin û ev meseleya dê tu carî neqewmin ji ber ku gelê Sûriyê, azad, serbixwe û xwediyê hakimiyetê ne.
Feysel Miqdad her wiha destnîşan kir: Li rojên pêşber, hin civîn li bara rewşa aborî ya Sûriyê were lidarxistin ku ji wan, konferansa Brukselê ye ku nîveka Sibatê tê lidarxistin.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê ji NY xwest ku bila beşdarê konferansa Brukselê nebe ji ber ku armanca wê ya sereke sepandina şert û mercên siyasî ye.