AsyaNûçe

Ozbekistanê di dîroka xwe de serokê xwe yê duyem hilbijart

Di hilbijartina pêşwext a Serokê Dewleta Ozbekistanê de, serokê dewletê yê demkî Şevket Mirziyoyev bi ser ket. Di dîroka dewleta Ozbekistanê de, Mirziyoyev bû serokê duyem ê dewletê.

Piştî ku Serokê Ozbekistanê Islam Kerîmov yê 27 salan hukim kir, meha Îlonê jiyana xwe ji dest da, hilbijartina serokatiya dewletê hat lidarxistin û tê de Serokê Partiya Lîberal a Demokrat Mirziyoyev bi ser ket.

Li gorî daxuyaniya Komisyona Hilbijartinê ya Ozbekistanê, Mirziyoyev 88.61% ji dengan stendine. Ev rêje jî tê wateya ku 15.900.000 deng stendine. Mirziyoyevê ku di dîroka wî welatî de, dê bibe serokê duyem ji sala 2003an de serokwezîriya welatî dikir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu