NûçeRojhilatanavinSûriye

Feysel Miqdad: Em ê hemî axa Sûrîyê ji têrorîstan paqij bikin

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê got: Dewleta Sûrîyê cidî ye ku heta bihosta dawîyê ya axa xwe ji terorîsmê paqij bike û di vê rêyê de jî serketinên mezin û girîng bi dest xistine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Feysel Miqdad şeva buhurî li hevdîtina digel desteyeke Partîya Wehûdî ya Sosyal-Demokrat a Morîtanîyê Şamê got: Artêş û hêzên çekdar ên Sûrîyê micid in ku seranserî axa vî welatî bêxin bin kontrola dewletê.

Sêkrêtêrê giştî yê Partîya Wehûdî ya Sosyal-Demokrat a Morîtanîyê jî got: Serketinên artêşa Sûrîyê bêyî berxwedan û wêrkîya gel pêkan nebûn.

Desteya Partîya Wehûdî ya Sosyal-Demokirat a Morîtanyayê li hevdîtina digel alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê pêgirî li hevgirtina xwe digel Sûrîyê di warê têkoşîna dijî têrorîsmê de dike ku  ser navê ometa islamê û hemî azadîxwazên cîhanê li himberî komployên rêjîma Israîlê, welatên rojavayî û kirêgirtîyên wan li herêmê têdikoşe.

Başa dön tuşu