CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Feysel Miqdad: Emerîka piştgiriyê dide DAIŞ`eka nû bi navê HSD li Sûriyê

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê ragahnd ku Emerîka ji komeke terorîstî ya nû bi navê Hêêzn Demokratîka Sûriyê, HSD piştgiriyê dike û diyar kir ku her kes li dijî dewleta qanûnî ya vî welatî çekan rake, treorîst e.

 Feysel Miqdad, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê li gotûbêja  tev kanala El-Alamê, diyar kir: Hêzên  Demokratîke Sûriyê, HSD,li xizmeta  Emerîkayê  û li dijî gel û dewleta Sûriyê li bakurê rojhilata vî welatî fitneyê dikin.

Feysel Miqdad her wiha diyar kir: Ev hêz divê dev ji helwêstên xwe berdin  da ku  bibin beşa cidanebûyî  ji Sûriyê neku  dê çarenivîsa wan jî hema çarenivîsa DAIŞê, bereya El-Nusre û komên terorîstî be.

Alîakrê wezîrê karên derve yê Sûriyê li beşeke din ji gotinên xwe li bara destdirêjiya  Îsraîlê ser Sûriyê  got ku  Rejîma Siyonîstî dê bi zûtirkê tawana destdirêjiya xwe ser Sûriyê bide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu