NûçeRojhilatanavinSûriye

Feysel Miqdad: Hebûna eskerên Amerîka û Tirkîyê li Sûrîyê, dagirkerî û zorbêjî ye

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Faysal Miqdad hebûna leşkerên Amerîka û Tirkiyê li axa Sûriyê wek dagirkerî binav kir û diyar kir ku ti bihaneya vê yekê tineye û em ji Enqereyê daxwaz dikin ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û tevlî karên navxweyî yên me nebe.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Faysal Miqdad li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a ji Sputnikê hebûna leşkerî ya Tirkiye û Amerîkayê li Sûriyê wek dagirkerî binav kir. Miqdad diyar kir ku ti bihaneya vê dagirkeriyê tine û em ji Tirkiyê daxwaz dikin ku hêzên xwe ji axa me vekişîne û tevlî karên me yên navxweyî nebe.

Miqdad derbarê baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriyê de jî axivî û got: “Hebûna baregehên leîkerî yên ti welatî bê destûra hikûmeta Sûriyê nayê qebûlkirin. Ev yek êrişkarî û dagirkerî ye. Em ê di pêşerojê de li gorî vê yekê gavên xwe biavêjin û serederîyê bikin.”

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê jî îro derbarê hêza girêdayîyê HSD`ê ya ku Hevpeymanîya Navdweletî ya Dijî DAIŞ`ê ava dike de daxuyaniyek da û ew wek êrîşkariyeke berbiçav bi nav kir.

Ajansa Nûçeyan a fermî ya Sûriyê, SANA`yê ragihand ku çavkaniyeke fermî ji Wezareta Derve ya Sûriyeyê diyar kir ku “daxûyanîya Amerîkayê têkildarî milîtanên li bakurê rojhilatê welêt şermezar dikin ku ew tişt êrîşkariyeke berbiçav li sr serwerî û yekîtiya axa Sûriyê û herwiha binpêkirina qanûnên navdewletî ye.”

Li dewama daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê de hatîye: ” Karê ku Amerîkayê kiriye di çarçoveya siyaseta wê ya wêranker ya li Rojhilata Navînê de ye ku dixwaze welatên wê berde canê hev û rageşiyê zêde bike da ku rê li ber çareseriya qeyranan bigire.”

Herwiha çavkaniyê diyar kir ku Sûriye bangî raya giştî dike ku vê pêngava Amerîkayê şermezar bike da ku van kiryarên xwe bisekinîne.

Başa dön tuşu