NûçeRojhilatanavinSûriye

Feysel Miqdad: Hêzên biyanî di demek nêzîk de ji Sûriyê derkevin

Hikûmeta Sûriyê ragihand ku piştî destêwerdanên Tirkiyê pêwendiyên wê ligel Kurdan çalak bûne.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê, Feysel Miqdad ragihand, piştî destêwerdanên Tirkiyê, hikûmeta Şamê pêwendiyên xwe ligel Kurdan çalak kirine.

Miqdad da xûyakirinê ku piştî destêwerdana Tirkiyê, rêçareya li pêş wan ew bû ku ligel hêzên Kurd têkevin diyalogê.

Miqdad herwiha tekez kir, ku hêzên biyanî dê di demek nêzîk de ji Sûriyê derkevin.

Başa dön tuşu