Feysel Miqdad, Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê roja îniyê li gotûbêja bi televaîyona El-Meyadînê bal kişand ser vê yekê ku hemî hitmalan bpna istandina Golanê hilkole û got: Donald Trump piştgirê siyonîstên dîktator û terorîzma li navçê ye û dewleta Emerîkayê jî biryarnemyên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li bara golanê binpê dike.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê Destnîşan kir: Şamê mafê xwe heye amûrên bi aşitî û rawestana çekdariyê bona rizgarkirina axa xwe bikar bîne.
Pêştir wezareta karên derve ya Sûriyê li daxûyaniyekê bal kişands ser vê yekê ku biryara Trump, binpêkirina biryarnama 497an a konseya ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye û raghand ku Emerîka bêrêziyê li rewabûna navneteweyî dike û biryarnamên wê binpê dike.
Ji aliyê din ve nûnerê dayim ê Sûryê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî roja îniyê li civîneke rojnamevaniyê destnîşan kir: Gotinên Trump li bara Golana dagirbûyî dê vê rasitiyê negherîne ku Golan ser axa Sûriyê ye.
El-Ceferî ji endamên NY û Konseya Ewlehiyê xwest ku bila gotinên Trump şermezar bikin û pêngavên parktîkî bona parastina prensîpên NY û biryarnameyên navneteweyî rakin.
Nûnerê dayim ê Sûriyê li NY diyar kir her cure kiryara Emerîkayê li bara Golana dagirbûyî neqanûnî û bêerziş e.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê pêncşemiya buhurî li twîtera xwe nivîsî: Niha dema wê hatiye ku piştî 52 salan, Waşengton serweriya Îsraîlê ser Golanê bi fermî nas bike.