IraqNûçeRojhilatanavin

Sekinîna Iraqê li ser qayide û qirarên mafê mirovan li operasiyona azadkirina Mûsilê

Wezîrê karên derve yê Iraqê desnîşan kir ku hêzên çekdar ên vî welatî li operasiyona azadkirina Mûsilê bi hetim ji qayide û qirarên mafên mirovan derbas nabin.

Ajansa nûçeyan a El-Musele ragihand ku wezîrê karên derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî duh li rûniştina çapemeniyê ya tev berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê Fedrîka Mogerînî li Brukselê  li ser qayide û qirarên mafê mirovan li operasiyona azadkirina Mûsilê sekinî û got: Iraq li vî şerî de bi tenê berevaniya ji xwe nakem belkî şerê Iraqê li dij terorîstên DAIŞ`ê berevaniya ji gişt cîhana bi şaristanî ye.

Wezîrê karên derve yê Iraqê herwiha got: Azadkirina Mûsilê ji babeta ewlekariyê dibe xaleke werçerxan, lewra hêzên leşkerî yên Iraqê wezîfedar in mafê mirovan berçav bigirin û Iraq jî li van operasiyonan de hewcedarê piştgiriyên navneteweyî ye.

Ceferî got: Dewleta Iraqê ji bo jinabirina gendeliyan biryara cidî daye û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî piştgiriya çaksazî û reforman dike.

Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê jî : Azadiya Mûsilê gaveke girîng li şerê li dij DAIŞ`ê ye û Yekitiya Ewropayê li vî warî de piştgiriya xebatên Iraqê dike.

Li hevdîtina wezîrê karên derve yê Iraqê û berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê pêwendiyên Iraqê û cînarên wê û alozî û kêşeya çêbûyî di navbera Iraq û Tirkiyê û operasiyona azadkirina Mûsilê hatin hilkolandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu