AsyaNûçeRojhilatanavin

Di encama êrîşa li ser otobûsekê li Kişmîrê 11 kes hatin kuştin

Rayedarên leşkerî yên Pakistanê gotin: 11 kes ji lêniştiyên otobûsa hilgira rêwiyan li navçeya gengeşe li ser a Kişmîrê ji ber gullereşandina çekdarên hindî hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Li ser esasa gotinên Vehîdxan ji rayedarên herêmî li Kişmîrê, ev bûyer ji ber topbarana çekdarên hindî li ser otobûsa hilgira rêwiyan li Kişmîrê qewimî.

Eva di rewşekê da ye ku li gorî gotina rêberên leşkerî yên Islam Abadê, çekdarên vî welatî li opêrasiyonekê tola vê êrîşê hildane û baregehên çekdarênhindî dane ber gulleyan.

Rayedarên hindî heta niha li vê barê da tiştek negotine.

Li pey êrîşa meha Îlonê ya mîlîtanên pakistanî li ser baregeha leşkerî ya çekdarên hindî li Kişmîrê ku di encamê da gellek kes hatin kuştin, pevçûnên çekdarên bicihbûyî li navçeya minaqişe li ser a Kişmîrê vê dawiyê gurr bûne. Hind û Pakistan her du îdia dikin ku xwediyê navçeya nearam a Kişmîrê ne; navçeya ku li devera çiyayî ya Hîmalyayê ye û di navbera du welatên cînar û du hêzên atomî hatiye dabeşkirin.

Rayedarên Pakistanê her cûre tawanên li ser destwerdana Islam Abadê li opêrasiyona xerabkariyê li baregeha leşkerî ya Hindê li Kişmîrê red dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu