NûçeRojhilatanavinSûriye

Feysel Miqdad: Sûrîye ji bo hevkarîya tev Komîteya Pêderxistina Rastîyan têkildarî çekên kîmyewî amade ye

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê ragihand, Şam ji bo hevkarîya giştalî digel Komîteya Pêderxistina Rastîyên ku dixwaze lêkolînê li ser bikaranîna çekên kîmyewî bike, amade ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a SANA`yê, Feysel Miqdad alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê, got: Komîteya Pêderxistina Rastîyan3 rojan berî niha giheşte Sûrîyê ta ku têkildarî idiaya bikaranîna çekên kîmyewî lêkolînê bike.

Miqdad herwiha got: Me heta niha çend civîn digel wê komîteyê lidar xistine û her du alîyan li bara mêkanîzmên hevkarîyê gotûbêj kirine û Şamê pêgirî kirîye ku tam amade ye ji bo demajoya lêkolînan hêsankarîyan bike.

Amerîkayê bi pişkdarîya Fransa û Ingilîsê di 14`ê Nîsanê de bi heceta êrişa kîmyewî li devera Dûmayê li derdora Şamê û tawanbarkirina dewleta Sûrîyê bi pêkanîna wê êrişa idiayî, bêyî îzna Konseya Ewlehîyê ya NY dest bi êrişa mûşekî ser Sûrîyê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu