Feysel Miqdad: Sûriyê tu carî çekên kîmyawî bi kar neanîye

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê ragihand ku vî welatî qebûl kiriye ku çavdêrên Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî seredana du navendan li Sûriyê bikin.
Feysel Miqdad, Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê li hevpeyvîna bi Sputnikê re diyar kir: Sûriyê mîna berê rê daye ku Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî seredana hin meqerên Sûriyê bi armanceke taybet bike.
Feysel Miqdad her wiha got: Sûriyê tu carî çekên kîmyawî bi kar neanîye û ser parastina ewlehî û aşitiya navneteweyî disekine.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê biryara vî welatî derheq derheq tevlîbûna li Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî bi serbestî û li çarçoveya hakimiyet û xweseriya Sûriyê da zanîn.
Miqdad got: Bikaranîna bombeya fosforî ji aliyê Emerîkayê li Dêrazorê li rojhilata Sûriyê nîşan dide ku ev welata her çekê li gor berjewendiyên wê be dixebitîne.
Sûriyê li halekê qebûl kiriye kuavdêrên Rêxistina Qedexetiya Çekên Kîmyawî seredana du meqerên vî welatî bikin ku Emerîka û hin welatên hevpeyman pêştir bêyî hebûna belgeyên eseh û bi hitbar, dewleta Sûriyê bi xebitandina çekên kîmyawî tawanbar kirine.