IraqNûçeRojhilatanavin

Fîdakariya hêzên gelanî yên Iraqê li Felûcê

Berdevkê hêzên El-Heşdi El-Şeibî yên Iarqê tekez kir hêzên hanê ji bo rizgarkirina canê malbatên Felûcê xwe dixin ber xetera gullên terorîstan.

Li gorî rapora Sema Newsa Iraqê, Kerîm El-Nûrî, berdevkê hêzên El-Heşdê El-Şeibî yên Iraqê roja duşemiyê tekez kir ku hêzên El-Heşdê El-Şeibî bo rizgarkirina malbatên dorpêçbûyî li Felûcê û guhestina wan bo navendên cîwarkirina awareyan xwe dixin ber gullên terorîstan.

Berdevkê hêzên amadebaşiya gelanî destnîşan kir ku hêzên gelanî hemî erkên xwe ji bo azadkirina navçên derdora Felûcê cih anîne û ji çar aliyan nêzîkî hêzên ewlehiye Iraqê bicih bûne û piştgiriyê didin wan û ger pêdivî be amade ne ku tevlî opersyonê bibin .

Hêzên ewlehiyê, grûpên berxwedana islamî, hêzên gelanî û hêzên eşîrên Iraqê heya niha karîne bi hezaran malbatên dorpêçbûyîli Felûcê û navçên derdora wê li operasyona azadkirina vî bajarî ji destê terorîstan biguhezînin navçeyên ewleh. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu