NûçeFilistînRojhilatanavin

Filistîna dagirbûyî li NY bi ser ket… Piştî wê çi bû?

Bi desthilatdarbûna kabîneya Rejîma Siyonîst a nû bi serokatiya Netanyahû teqez cinayetên vê rejîmê lin dijî filistîniyan ji wan cihûkirin û bajarokçêkirinê dê zêdetir bibin.

Li gorî rapora Malpera Felestin Al-An, Di rewşa niha da filistînî bi pêkanîna hin tevgeran li NY, hin serkeftin di warê têkoşîna li dijî rejîma dagirker û riswakirina wê li navendên navneteweyî bi dest xistine.

Ji van serkeftinan, pejirandina daxwaza Rêveberiya xweser a Filistînê derbarê serlêdana dadgeha Laheyê û neçarkirina vê dadgehê ji bo dayîna biryareke qanûnî li ser dagirkeriya Rejîma Siyonîst li Qiraxa Rojavayî ya Çemê Urdinê ji aliyê NY va ye.

Serkeftina din, biryara Komîteya duyem a Civata Giştî ya NY derheqê biryara serweriya hertimî ya gelê Filistînê li ser welatê

Filistînê û serweriya erebên niştcihê Golana dagirbûyî li ser çavkaniyên xwezayî li vê herêmê ye.

Ev biryar ku xwedan girîngiyeke zehf di warê darizandina Rejîma Siyonîst li dadgeha Laheyê ye û bandorê li prensîba vê rejîmê di asta navneteweyî da dike, bûye sebeba nîgeraniya berpirsên siyonîst û berteknîşandana nûnerê vê rejîmê li NY.

Filistînî divê serkeftina filistîniyan di warên navneteweyî da bi kar bînin û li hundir jî bi xurtkirina yekîtiya neteweyî, rewşê ji bo amadekirina planeke neteweyî amade bikin ku zemîneyê ji bo qonaxeke nû ya rûbirûbûna digel rejîma dagirker xweş bike.

Başa dön tuşu