FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Filistîniyek li Erdên Dagîrbûyî şehîd bû

Filistîniyekî din bi destê çekdarên siyonîst şehîd bû.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mea`yê, ciwanekî filistînî roja yekşemiyê piştî pevçûna tev çekdarên siyonîst li gundê Beyt Emerê li bakûrê El Xelîlê li başûrê Perravên Rojava Çemê Urdinê, bi derbeya gulleya siyonîstan şehîd bû.

Vî ciwanê filistînî berî şehîdbûnê, dema pevçûna bi bajaroknişînan û li operasyoneka dijî îsraîlî, sê bajaroknişînên siyonîst birîndar kiribû.

Welatiyên filistînî bona sekinîna li hember êrişên bajaroknişînên siyonîst ser mizgevta El Eqsayê, bi şêwazên curbicur hewl didin pêşiya kiryarên xirabkerane yên siyonîstan bigirin.

Bajaroknişînên siyonîst bi piştgiya leşkerên siyonîst, hemî rojê êriş dibin ser mizgevta El eqsayê.

Ji destpêka Intifazeya Qudsê li Cotmeha 2015`an de, herîkêm  filistînî bi destê siyonîstan şehîd bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu