NûçeRojhilatanavinZanîstî

Pakistanê cara yekem moşeka ajotî ceriband

Hat ragihandin ku dewleta Pakistanê cara yekemîn ji binê deryayê moşeka ajotî ceriband.

Li gorî daxuyaniya artêşa Pakistanê, moşeka bi qepasiteya serikê nûkleerî ku dirêjahiya 450 kîlometroyan diçe ‘Babur-3′ li okyanusa Hindê li cihekî ne diyar bi awayekî serkeftî hat pekandin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku moşeka ajotî wê pêximkeriyê bike ji bo hêza Pakistanê.

Taybetiya Moşeka ajotî Babur-3 ji deryayê û meha borî moşeka Babur-2 ku hatibû ceribandin jî ji bejahiyê hatibû pekandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu