NûçeRojhilatanavin

Zerîf: Gelê Îranê li dijî tundiyê ne

Wezîrê karên derve yê Îranê li ser dijberiya gelê Îranê ligel her cûre tundî, kuştin û tevgerên têrorîstî pêgirî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî, IRNA`yê, wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf roja îniyê, 11`ê Adara 2016`an, li civînekê ligel dîplomat, lêkolîner û bijareyan taylendî, têrorîsm wek gefek ji bo gişt welatan da zanîn û got: Gelê Îranê li ser esasa bawerên xwe yên olî li dijî kuştin, kirayrên têrorîstî û tundiyê ne.

Wezîrê karên deve yê Îranê tevî pêgiriya li ser pêwîstiya hevkarî û beşdariya cîhanî li têkoşîna dijî zêdegaviyê, destnîşan kir: Welatên rojavayî heta niha li şerê li dijî zêdegaviyê bi ser neketine.

Zerîfi bi gotina viya ku Îran hertim wek endamekî soznameya girtina rê li ber berhemanîn û berfirehkirina çekên navokî nasyar bi NPT`yê li dû ênêrjiya biaştî ya navokî bûye, her viha got: Îran ênêrjiya navokî wek mafê xwe dizane.

Wezîrê karên deve yê Îranê tevî şirovekirina pêvajoya gotûbêjên navokî di salên buhurî da, got: Her du aliyan nêrînên xwe yên ciyawaz li bara zengînkirina oraniyomê li Îranê hebûn, lê di dawî da gihîştin vê encamê ku nikarin xwestekên xwe bi dest bixin, meger ku bala xwe bidin ser daxwaza aliyê din.(ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu