IraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Iraqê careka din xwest hêzên Tirkiyê ji welatî wî derkevin

Wezîrê karên derve yê Iraqê, li hevdîtina bi balyozê Tirkiyê li vî welatî, destnîşan kir ku Iraq girêdaiyê peywendiyên xwe yên bi welatên cîhanê li gorî bingeha xwe têkilnekirina li karûbarên navxweyî yên welatan e.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, Ibrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê, li hevdîtina bi Farûq Qeymaqçî, balyozê Tirkiyê li Bexdayê, li ser pêwîstiya derketina hêzên Tirkiyê ji Iraqê û bi dawîanîna binpêkirina desthilatdariya vî welatî sekinî.

Ceferî destnîşan kir ku Iraq girêdaiyê peywendiyên xwe yên bi welatên cîhanê li gorî bingeha xwe têkilnekirina li karûbarên navxweyî yên welatan e.

Her du alîyan di vê hevdîtinê de li ser cinayeta terorîstî ya li Tirkiyê ku bû sedema mirina balyozê Sûriyê li vî welatî û pêwîstiya lêkolînên deqîq li ser peydakirina hegerên qewimîna vê bûyera terorîstî gotûbêj kirin.

Peywendiyên di navbera Iraq û Tirkiyê de, bi dû ketina hêzên vî welatî nava pêgeha Başiqê li dorhêla bajarê Mûsilê ku bêyî lihevkirina Bexdayê pêk hat, tûşî aloziyeka berfireh û mezin bûye.

Rayedarên iraqê bi caran xwestine ku hêzên Tirkiyê demlidest ji welatê wan derkevin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu