IraqNûçeRojhilatanavin

Wezereta Koç û Koçberiya Iraqê: 85 hezar kes koçber bûne

Wezereta Koç û Koçberiya Iraqê ragihand ji destpêka operasyona kontrolkirina Mûsilê heta niha nêzîkî 85 hezar û 590 kes ji bajarê Mûsilê koçber bûne.

Operasyona kontrolkirina Mûsilê ji 17ê Cotmehê ve berdewam e. Li navenda bajarê Mûsilê şer û pevçûnên di navbera artêşa Iraqê û rêxistina DAIŞê bi tundî berdewam e.

Wezereta Koç û Koçberiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê hejmara koçberên li herêmê gihîşt 85 hezar û 590 kesî.

Li gor daxuyaniya wezaretê di kampên çêkirin de ew dikarin 120 hezar kesî vehewînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu