ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Rûhanî li ser piştgiriya giştalî ya Îranê ji Iraqê li şerê dijî têrorîsmê

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya çarşemiyê li kêleka heftiyemîn civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New York`ê li hevdîtina digel Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê tevî pêgiriya li ser girîngiya pêkanîna aramî û ewlehiya tam li vî welatî got: Armanca sereke ya piştgiriya Têhranê ji dewlet, artêş û hêzên Heşdi Şeibî (Hêzên gelanî yên Iraqê) rizgarkirina gelê vî welatî ji bin destê têrorîstên DAIŞ`ê ye.

Rûhanî her viha got: Îranê hertim û bi taybet li hevraz û nişêvên mehên buhurî da li kêleka gel û dewleta Iraqê bûye û heta dawiyê dê piştgiriyên xwe ji gelê vî welatî bidomîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê da tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji berfirehbûna her rojî ya peywendiyên Îran û Iraqê li hemî waran da, li ser xurtkirina hevkariyên bankî di navbera du welatan da jî pêgirî kir û bi bîr xist: Vîn û xwesteka Têhranê berfirehkirina peywendiyên giştalî digel Bexdayê ye.

Serokwezîrê Iraqê jî li vê hevdîtinê peywendiyên nava Têhran û Bexdayê stratijîk û xwedana berjewendiyên hevpar ên navçeyê û hevpar da zanîn.

Heyder Ebadî bal kişande ser hevkariyên Îran û Iraqê li warê şerê dijî têrorîsmê û got: Roja îro bi hezaran kes ji hêzên gelanî mijûlî şerê dijî DAIŞ`ê ne û ev koma têrorîst di rastiyê da dawiya emrê xwe li Iraqê derbas dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu