NûçeRojhilatanavin

Ebûimer Şîşanî 4`ê Adarê li Sûriyê hat kuştinê

Rayedarekî amerîkî ragihand ku Enûimer Şîşanî serkirdê DAIŞ`ê, di 4`ê Adarê li Sûriyê da hat kuştinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê, rayedarekî amerîkî ku nexwest navê wî bê aşkirakirinê, ragihand ku Ebûimer Şîşanî yek ji serkirdên navdar ê DAIŞ`ê di encama êrişeke hewayî di 4`ê Adarê li Sûriyê da hat kuştinê.

Eva li halekî ye ku berî viya çavkaniyên nûçan ragihandibûn ku Ebûimer Şîşanî (Çêçênî) li devera Mûsilê li bakûra Iraqê hat kuştin.

Çend mehan berî niha jî, Remezan Qedîrof serokomarê Çêçênê ragihandibû ku yek ji serkirdên sereke yên koma têrorîst a DAIŞ`ê bi navê Terxan Bîtiraşvîlî ku ser navê Umer Ebûimer Şîşanî tê naskirinê, hatiye kuştinê.

Amerîkayê berî viya xelatek 5 milyon dolarî bo kesê ku agahiyan li bara Şîşanî raber bike kifş kiribû.

Li gorî gotina hin berpirsên amerîkî Şîşanî wezîrê cengê yê DAIŞ`ê bû. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu