AborîAsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Dewrana serdestiya Amerîkayê li navçê derbas bûye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Dewrana serdestiya dewletên Rojavayê bi taybetî ya Amerîkayê ser navçê derbas bûye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro di nav koma xwendekarên zanîngeha Pekînê de got: Piştî hilweşiyana Sovyeta berê ev fikra şaş di nav welatên rojavayê de pêk hatibû ku eva serkevtineke ji welatên rojavayê û li çarçova vê fikrê, Amerîkayê dixebitî xwe wekî tenê hêzxurta cîhanê bide nasandin. Zerîf li dewama axivtina xwe de got ku Amerîkayê li çarçova vê fikr û bawerê welatên wekî Iraq û Efxanistan dagîr kirin da ku hêzxurtbûna xwe li cîhanê dasepîne, lê dem û dewrana serdestiya çavkanîgirtî ji vê fikr û bawerê êdî derbas bûye.

Zerîf li bara çareseriya krîza Sûriyê desnîşan kir ku tenê riya çareseriya vê krîzê siyasî û gotûbêj e û got: Çîn li dû vê yekê nîne ku rola hêzxurtbûnê bêxe destê xwe belkî lê digere roleke erênî li pirsgirêkên cîhanê bi taybet li krîza Sûriyê bilîze.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêwendiyên Îran û Çînê stratejîk dan zanînê û got: Komara Îslamî ya Îranê û Çînê hertim xebitînê ku hevkarî û pêwendiyên xwe berfire bikin.

Zerîf piştî beşdariya li `Konferansa Dilê Asyayê` li Hindustanê de û li dewama dewra dudiyan a sefera xwe ya Asyayê şeva çûyî here Pekînê paytexta Çînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu